Qendil di derbarê tifaqa di hilbijartinên Tirkiye de nameyek ji HDPê re rêkir. Nama ku Qendilê ji HDPê re rêkirî hate eşkerekirin û balkêşe ku di med ya Tirki de cih girt.
Ji berê pêde tê gotin ku, tu îradeya HDPê ya siyasî tuneye,yanî HDP tu cara bi serê xwe nikare biryara bide. Serkaniya biryarên HDPê Qendil e.
Qendil di berşek nameya xwe de dibêje: Divê ji bo hilbijartinên serokkomariya amadevaniyek hebe.Di tura yekem de emê bi kandîdatên xwe beşdar bibin. Ji niha ve gerek kandîdatek bê amade kirin. Ji bo tura duyem jî gerek em ji nihave prensîbên xwe kifş bikin.Dê di hilbijartinên giştî de siyaseta me çibe? Emê tifaqek fermî pêkbînin yan jî wek 31ê Adarê emê ji derve pişgiriyekî bikin. Dê nizingahiya me ji partiyên muxalefetê yên ku nû hatine damezirandin çewebe? Hun jî dîtinên xwe kifş bikin dê ji bo pêvajoyê jî baştir be.
Herweha Qendil ji bo tifaqên li gel CHPê û IYI Partiyê jî di nameya xwe de dibêje: Partiyên wek CHP û IYI Partî vekirî li gel HDPê pêwendiya danaynin.Lê ew dizanin ku ji bo hilbijartina HDP ji bo wan gelekî girîng e. Ew dizanin ku ne ji HDPê be nikarin serbikevin û dawî li desthilata AKPê û MHPê bînin. Divê HDP bi van partiyan bide fam kirin ku, eger hun dirustî nêzingî me bibin emê wek hilbijartinên şeredariya nêzikî we bibin, hun vê nekin hunê winda bikin. Divê HDP bi vî awayî hêviyekî bide wan.