CivakRojev

Kurdistan tabloya çanda pêkvejiyanê ye

Serok Barzani bi minasebeta destnîşankirina Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li cîhanê peyameka pîrozbahiyê ragihand. Barzani di peyama xwe de dibêje: Wê Kurdistan weka tabloya delal ya çanda pêkvejiyanê bimîne

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta destnîşankirina Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li cîhanê, pîrozbahiyê li Qedasetê Patriyark Mar Awayê sêyem dikim û ji bo wî hêviya serkeftinê dixwazim.

Hêvîdarim destbikarbûna Qedasetê Patriyark Mar Awayê sêyem bibê sedema pêşxistin û kurtirbûna kultûra pêkvejiyana di navbera pêkhatan û aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê da.

Her li vir da tekez li wê yekê dikim ku Kurdistan wekî tabloya xweşika pêkvejiyan û azadiya olî û bîr û ramanê dimîne û hîç hêzek nikarê wê aştî û xweşikî û pêkvejiyanê têkbide.

Mesûd Barzanî
13.09.2021

Back to top button