Li Îtalyayê bi beşdariya şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq, Korbenda G20 a Navbera Olan birêve diçe.
Bi çavdêriya Serokomarê Îtalyayê û bi beşdariya hejmarek serokên welatan û wezîr û nûnerên li ser asta cîhanê, herwiha bi beşdariya şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq, Korbenda G20 a Navbera Olan birêve diçe.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq di korbendê de li ser pêkvejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê û rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina ruhê pêkvejiyanê û herwiha bandora zanayên olî li ser hevqebûlkirin û parastina aştî û pêşvebirina xoşewîstî û redkirina axaftinên tundrewiyê, paneleke taybet pêşkêş kir.
Piştîwan Sadiq bal kişand ser olên li Herêma Kurdistanê, ku heşt ol li Herêma Kurdistanê hene û li gor yasaya hejmara 5 a sala 2015an a Parlamentoya Kurdistanê mafên wan parastî ne û hemû bi hev re bi aştî û xoşewîstî dijîn û beşdarî roj û cejnên hev dibin.
Li Îtalyayê di çarçoveya korbendê de, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî çendîn hevdîtinên cuda ligel kesayetên siyasî û olî li ser asta cîhanê pêk tîne.