CivakRojev

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev

Serok Barzani bi minsebeta wefata Kinyaz Îbrahim Mîrzoyev peyamek ragihand behsa rolê Mîrzoyev kir û serxweşiya malbata wî kir.

Peyam:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya akademîsyenê Kurd û Serokê Federasyona Navneteweyiya Kurdên welatên Sovyeta berê Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev gihîşt me.

Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev kesayetiyeke niştimanperewerê Kurdê Kazakistanê bû ku roleke ber bi çav li bihêzkirin û yekxistina diyasporaya Kurd ya li welatên Yekîtiya Sovyeta berê de hebû û her wiha li warê zanistî û edebî jî xizmeteke zêde li Kurdên wî welatî da kiriye.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev û Endamên Federasyona Navneteweyiya Kurdên Sovyetê û Kurdên nîştecihê welatê Kazakistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
08.08.2021

Back to top button