RojevVîdeo

Zarok: Bi kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin

Roja Zimanê Kurdî bi gelek awayên cuda tê pîroz kirin. Di vê rojê de ji bo axavtina zimanê kurdî, daxûyanî têne dayîn û ji siyasetmedara bigre heta rewşenbîra her kes ji aliyê xwe ve behsa girîngiya zimanê Kurdî dike. Bê guman di vê derbarê de gelek rexne taybetî li siyasetmedarên ku bi xwe Kurdî nizanin û na axêvin tê kirin. Gelek rexne li rewşenbîrên ku behsa girîngiya zimanê Kurdî dikin ,lê ew bi xwe bi zimanek din dinivîsîn û diaxêvin tê kirin.

Taybetî di van çend salên dawî de gelek behsa giringiya bi karanina zimanê Kurdî tê kirin. Ev cihê dilxweşîyê ye. Îsal bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî , Komeleya Nûbiharê 15ê Gulanê, li ser rewşa zimanê kurdî û fêrkirina zarokan vîdeoyek belav kir. Ji çar perçeyan 89 zarok, behsa girîngiya ziman dikin û dibêjin: “Zimanê me xweş e, xwedî lê derkevin”

Back to top button