PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê li gel şandeke Amerîkî civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Amerîkî kir ku ji birêzan Joey Hood Yarîdederê Wezîrê Derve yê Rojhilata Nêzîk bi Wekalet, Aimee Cutrona Yarîdedera Şandera Taybetî Amerîka yê Sûriye bi Wekalet, Zehra Bell Birêvebera Karubarê Iraq û Sûriye li Encumena Asayîşa Neteweyî û ji Scott Simmons Fermandeyê Navenda Amerîkî pêkhatibûn.

Li civînê de ku birêz Rob Waller Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr amade bû, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, tevger û metirsiyên Da’îş, erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hate nirxandin.

Her du alî hevre bûn ku Da’îş metirsiyekî rastîne û gefê li aramiya Iraq û navçeyê dike û ji bo rûbirûbûna wê û nehiştina yekcarekiya wan, Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştgîrî û berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî heye, her wiha hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê bi pêwîst zanî.

Rewşa Sûriye û pêşbîniyên ji paşeroja wî welatî, mijareke dinê civînê bû. Şandê dûpat kir ku Amerîka li rûbirûbûna teror û tundiyê û li yarmetîdan û piştgîriya Hevpeymanên wê yên li navçeyê yên ji bo rûbirûbûna Da’îş berdewam dibê, her wiha guftûgoya di navbera aliyên Kurdî yên Sûriye bi girîng dane zanîn û hêvî xwestin bikarin kêşeyên xwe çareser bikin û bigihin rêkeftinê.

Back to top button