Nivîsar

Kî bi wefa ye, ew bav û bra ye

Mesela Filistîn û Israîlê jî yek ji wan mesele û mijaran e ku em Kurd bêwefadarîyê lê dikin. Bi taybet di derbarê Israîlê de Kurdên me yên misilman û sosyalîst bêwefadarîyek mezin dikin û li şûna ku xwedî li Israîlê derkevin, radibin Israîlê dikin neyarê Kurdan û bi piştgirîya Filistîn û Filistînîyan xizmetê ji berjewendîyên dagîrkerên Kurdistanê re dikin. 

Nûrî Çelîk

Wefadarî jibîrnekirina qencîyan e, vegerandina xelefa qencîyan û spasdarîya xwedîyê wan qencîyan e. Hinek insan yan jî hêz û partî û hetta millet hene ku di rojên zehmet û teng de tu xwedî li wan derdikevî, di rojên teng de tu wan bi tenê nahêlî, tu piştgirîya wan dikî û xwe ji wan re dikî sîper û mertal. Ew insan, partî yan milletê ku tu vê qencîyê bi wan dikî û xwe jê re feda dikî, di rojên xweş û fireh de qencîya te ji bîr dike, ji bo xelefa qencîya te li te venegerîne,  îcar ji te re dibe dijmin û neyar. 

Wefadarî di nav me Kurdan de kêm e. Ne di nav civaka me de, ne jî di nav dezgeh û partîyên me yên siyasî de wefadarî rûneniştiye û wefadar pir kêm in. Em Kurd bi navê îslamê yan jî bi navê sosyalîzm û çepîtîyê didin dû hesabên piçûk, bi navê humanîzm û mirovperwerîyê wefa û wefadarîyê ji bîr dikin û heta astekê dijberîya doza Kurd û Kurdistanê dikin û xizmetê ji berjewendîyên neyarên xwe re dikin.

Mesela Filistîn û Israîlê jî yek ji wan mesele û mijaran e ku em Kurd bêwefadarîyê lê dikin. Bi taybet di derbarê Israîlê de Kurdên me yên misilman û sosyalîst bêwefadarîyek mezin dikin û li şûna ku xwedî li Israîlê derkevin, radibin Israîlê dikin neyarê Kurdan û bi piştgirîya Filistîn û Filistînîyan xizmetê ji berjewendîyên dagîrkerên Kurdistanê re dikin. 

Ji dema Împaratorîya Asûrîyan û heta roja îro Kurd gelek caran li Cihûyan (Israîlîyan) xwedî derketine û ew ji qirkirin û zilma neyarên wan paraztine. Cihû û rayedarên Cihûyan ev qencîya Kurdan ji bîr nekirine û nakin. Ji ber vê yekê, tu carî li dijî Kurdan û li dijî dewletbûna Kurdistanê derneketine û wek dewletên misilman Kurd qir nekirine. Israîlê ji dema M. Mistefa Barzanî û heta îro piştgirîya Kurdan kiriye. Îro li Israîlê 250 hezar Kurdên Cihû dijîn û di her çalakîyên xwe de li Kurdbûna xwe û li serxwebûna Kurdistanê xwedî derdikevin. Ev wefa ye, wefadarî ye. Israîlî ji Kurdan re wefadar in û xelefa vê wefadarîyê jî bi piştgirî û xwedîlêderketina serxwebûna Kurdistanê li Kurdan vedigerînin.

Li vajayî Israîlîyan, Filistînî bêwefa ne û şirîkê dagîrkerên Kurd û Kurdistanê ne. Bi dehê salan e ku Kurd xwedî li Filistîn û doza Filistînê derdikevin û piştgirîya wan dikin. Lê heta îro ne Filistînî û ne jî rayedarên Filistînê xwedî li Kurd û Kurdistanê derneketine, piştgirîya Kurdan nekirine, dijminatîya Kurd û Kurdistanê kirine û bûne şirîkê zilm û zora neyarên Kurdistanê. Çi di dema Saddam Hisên de be û çi jî îro, Filistînî ji Tirk, Ereb û Farisan zêdetir neyartîya Kurdan dikin û Kurdistanek serbixwe wek Israîla duyem û xincera di pişta Ereban de dibînin. Di dema Enfala Saddam Hisên de Filistînîyan bi sedan û belkî bi hezaran Kurd kujtin, destdirêjîya keç û jinên Kurd kirin û bi sedan keç û jinên Kurd revandin û firotin dewletên Ereban. Li Rojavayê Kurdistanê piranîya wan çeteyên ku bi nave îslamê Kurdan dikujin Filistînî ne. Piranîya malbatên ku li Efrînê hatine bicîhkirin û demografîya Efrînê guhertine dîsa Filistînî ne. 

Birastî jî piranîya me Kurdan bê wefa ne, ji ruh û giyanî netewperwerîyê dûr û bi ruh û mejîyê humanîzm û mirovhezîyê hest û şexsîyeta xwe winda kirine. Humanîzm û mirovhezîya ku me Kurdan xwe pê girtiye û me rêya xwe pê şaş kiriye, wek toqa naletê ketiye stuyê me. Bi vê toqa naletê em dostên xwe wek dijmin û dijminên xwe jî wek dost dibînin. Divê em şîara “ neyarê neyarê min dostê min e“ tucarî ji bîr nekin. Mixabin ji xeynî me Kurdan tu kes û tu dewlet “şirîkê neyarê xwe“ ji xwe re nake û nekiriye dost.

Back to top button