CivakRojev

Çûyin hatin li gel bajarên Iraqê hate qedexe kirin

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê, di çarçoveya tedbîrên nû yên ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Coronayê, bi biryarekê çûn û hatina di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê de qedexe kir.

Qedexeya çûn û hatinê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de ji destpêka îro ve destpê kir, lê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar nekiriye, ku ev qedexe dê heya çend rojan dom bike.

Ew yek di demekê de ye ku beriya niha tenê sê rojan di heftiyekê de çûnûhatin qedexe bû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Hiûmeta Herêma Kurdistanê, ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navdewletî, Hevpeymaniya Navdewletî, dîplomat û şandên fermî, welatiyên ku nişteciyên Herêma Kurdistanê ne, kesên nexweş ku pêwîstiya wan bi nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê heye, bazirgan û veberhêner dikarin hatin û çûnê bikin.

Wezareta Navxwe ragihandiye, yên ku biryar wan li xw enagire, divê hemû rêkarên xwepêraziyê pêk bînin.

Biryara qedexeyê piştî wê yekê hat dayîn, ku di wan demên dawîn de hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi Covid-19 dikevin, gelek bilind bûye.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê  ragihandiye, tenê duh 1045 kes li herêmê bi vîrusa coronayê ketin û 16 kes ji pêketiyan jî jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button