PolîtîkRojev

Tirkiye dest datîne li ser mal û milkên hinek berpirsên PKKê

Li Tirkiye di hinek qonaxan de hinek biryar tên dayîn ku gelekî balkêşin. Doh bi îmzeya wezirê Navxwe û wezîrê Darayî rojnameya fermi ya dewletê de biryarek hate ragihandin ku, dema biryar di vê rojnameya fermi de têne ragihandin wek qanûn tê pejirandin.

Bi vê biryara hatî dayîn, hukumet heyina hinek kesayeta, dezgeha û kompaniya dicemidîne. Yanî dewlet dest datine ser sermaya wan û pereyên wan di bankan de û hemû mal û milkên wan.

Di listeyê de navên balkêş hene. Piraniya dezgeh û kompanya ewin ku bi hevaltiya Gulen tên tohmetbar kirin. Wek din navê hinek kesayetên ji rêxistinên çepên Tirk jî hene.Lê ya herî balkêş navê hinek rêveberên PKKê ne.

Di vê lîsteyê de navê Ali Haydar Kaytan, Cemil Bayık, Duran Kalkan, Murat Karayılan, Remzi Kartal, Sabri Ok, Rıza Altun ve Zübeyr Aydar jî heye. Tê zanin ku gelek berpirsên PKKê, bi rêya hinek taşeronên xwe li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bazirganiyek mezin dikin. Taybetî di nav wan de navê yên wek Zubeyr Aydar, Remzî Kartal û Riza Altun derkive pêş. Bê guman kesên li Qendil ji vê yekê agahdarin.

Lê biryara hukumetê di vê qonaxê de gelekî balkêş e.

Back to top button