Piyanîst û mûzîsyenî naskirî yê Tirk Fazil Say di hesabê xwe yê medya civakî di Istigramê de daxûyaniyek ragihand û behsa siyaseta CHPê dike . Fazil Say rêxneyek giran li CHPê dike û wan bi tirsonek dide xûyakirin.
Fazil Say di daxûyaniya xwe de dibêje:
Ez kengê li Halk TV temaşe dikim, ez kengê rojnemeya Sozcu dibînim û dema ez guh didim berpirsek CHPê ku di kanalekî de diaxive, yek tiştekî dihesim Tirs, Tirs ûTirs…
Tirs xirabe, Tirs ji xwe destpêdike û mixabin zitê evînê ye, yê ne bi cesaretbe nikarî bibe evîndar. Yê ne bi cesaretbe sernakeve.Hun nikarin serbikevin,hun ji serkeftinê jî ditirsin, hun ji desthilatdariyê ditirsin,Hun ditirsin xwe nêzikî nifşe ciwan bikin,hun ji pirsa Kurd ditirsin…