Di çerçoveya lêpirsînên dozerê Stanbulê de 10 kes bi tohmeta endametiya PKKê hatin binçav kirin. Li Stanbulê navçeya Beşîktaş û Kagithaneyê, ji bo binçavkirina 15 navên ku bi endametiya PKKê têne tohmetkirin operasyon çêbû.
Di enacam de sibehî zû 10 kes hatin binçav kirin. Di nava wan de serokê HDPê yê şaxa Kagithane û Beşîktaşê jî hene.