PolîtîkRojev

Mixalefet ket pêşîya desthilatê

Dezgehê lêkolînê METRO, encama lêpirsîna herî dawî ragihand. Li gora lêpirsîna METRO yê cara ewile ku, mixalefet ji desthilatê behtir denga digre û derdikeve pêş.

Li gora lêpirsînê, rijeya dengên desthilatê, % 37.2 e. rijeya dengên mixalefetê jî % 43 e. Lê yên bê biryar jî gelek zêdeye – ji % 18.6 e.

Dema li gora presedûra lêpirsîna yên bê biryar yanê % 18.6 bê belav kirin, dengê desthilatê dibe % 45.7 û yê mixalefetê dibe % 52.8

Lê ev yek di hilbijartinan de bi vî awayî pêknayê. Ji ber ku dema dengê desthilatê têne hilbijartin dengê AKP û MHPê têne hijmartin. Dema dengên mixalefetê têne hilbijartin, dengê hemû partîyên li dijê desthilatê têne hijmartin. Lê tê zanin ku mixalefet ne li ser heve ye .

Back to top button