Êzdî 2 caran Kurd in



Ew hizra ku enfal anî serê Kurdan, her ew hizir e ya ku karesat aniye serê Êzdiyan, û her ew hizir e ya dixwaze Şingal û Kerkûkê ji Kurdistanê veqetîne.

Zikrî Mûsa

Ez nekurdekî Êzdî me, lê ez wê yekê baş dizanim ku Êzdî ji Kurdên herî resen in. Ew yek jî bi 2 tiştên pir sade xuya dibe. Zimanê Êzdiyan ê ku bi hezarên salan e pê diaxivin, Kurdî ye û ya ji wê giringtir jî, Êzdî di ola xwe de û di îbadet û gotinên xwe yên olî di helkeftên Êzdayetiyê, zimanê bikar tînin. Di nava Kurdên Êzdî de peristin û ola wan bi zimanê dayikê ye. Kurdên Sunne û Kurdên Şîe û Kurdên Cihu û dibe ku Kurdên Xristiyan jî hebin, lê zimanê ola ti kes ji wan, ne Kurdî ye.

Min li ser televîzyona Rûdawê çekdarekî Êzdî ser bi PKK ve dît, ku cilên Heşda Şeibî lê bû û bi hêrsî xwe ji Kurdbûna xwe bêrî dikir. Wî digot: “Êzdî ne Kurd in.” Ev gotin, bi rêya Beisiyan ketiye nava civaka Êzdiyan û nexasim li devera Şingalê. Armanca Beisiyan temamkirina proseya bierebkirinê û guhertina demografiya wan navçeyên sitratejîk. Ew proseya ku di destpêka avabûna Iraqê de destpê kir û piştre Beisiyan ji bo guhertina demografiya Kurdistanê û bi erebkirinê destê xwe avêtin şer û jenosîda gelê Kurd.

Hizêrana 2014an di şev û rojekê de DAIŞ beşek mezin ji axa Iraqê girt û artêşa Iraqê ya ku çekên Amerîka û Nato û Rûsya yê herî pêşketî di destê wê de bû, li pêşiya DAIŞê li ber xwe neda. Di 3ê Tebaxa wê salê de, DAIŞ êrîşî Şingalê kir. Dûrbûna Şingalê ji Kurdistanê û xiyaneta eşîrên Ereban (ku rê girtin û Şingal xistin bin dorpêçiyê de). Herwiha nebûna çekên baş, hiştin ku tevî bi dehan şehîd ji Hêzên Pêşmerge êrîşa DAIŞê bişke. Lê Pêşmerge karîn hemû xelkê Şingalê bibin ser Çiyayê Şingalê û li wir wan biparêzin. Piştî hefteyekê hejmareke serokên eşîrên Erebî ligel hejmareke Êzdî axivîn, ku Êzdî li başûrê Çiyayê Şingalê bûn, û wan serokeşîran ji wan re soz dan ku eger vegerin Şingalê ser malên xwe DAIŞ tiştekî ji wan nake. Lewma rêxistinên PKK û Beisiyên kevin jî ew handan û ji wan re gotin vegerin. Êdî beşek mezin ji Êzdiyan ji DAIŞê bawer kirin û ji Çiyayê Şingalê daketin û vegeriyan nav devê ejdîhayê DAIŞ û wê demê karesatê destpê kir.

Piştî 4 mehan Hêzên Pêşmerge Çiyayê Şingalê û devera Şingalê azad kirin û çekdarên DAIŞê gihan heqê xwe. Piştî salekê jê Hêzên Pêşmerge DAIŞ ji Şingalê derxistin. Ji bo azadkirina wê deverê Hêzên Pêşmerge 500 şehîd dan. Di nava wan şehîdan de, pêşmergeyê Badînî, Barzanî, Soranî û xwebexiş ji hemû perçeyên Kurdistanê hebûn. Çima Hêzên Pêşmerge ew şer kirin û ew hemû şehîd ji bo Şingalê dan? Ji ber ku Êzdî Kurd bûn û Şingal Kurdistanî bû.

Neyarên Kurdan hatine û karesat û zilma ku hatiye serê Êzdiyan wek hicet bikar anîne ji bo ku Êzdiyan ji Kurdbûna wan bişon. PKK û Heşda Şeibî û ew hemû aliyên ku ser bi eniya Îranê ve ne, li pişta wê proseyê ne.

Li vir erik dikeve ser milê Êzdiyan bi xwe de ku bergîriyê li ol û çanda xwe bikin. Ew hizra ku enfal anî serê Kurdan, her ew hizir e ya ku karesat aniye serê Êzdiyan, û her ew hizir e ya dixwaze Şingal û Kerkûkê ji Kurdistanê veqetîne. Eger Êzdî ha ji xwe nebin dê ne tenê çanda wan netewî, lêbelê cografî û kilturê wan jî ji wan bistînin. Hemû ew hêzên ku ji Beis û DAIŞ bigre û heya bi PKK û Heşda Şeibî hewla wê yekê dane ku çanda Êzdiyan xera bikin û hemû di yek tiştî de wekhev in, ew jî adyolojiya. Adyolojiya dijminê çanda netewî û olî ye. Eger em berê xwe bidin ezmûnên siyasî yên sedeya borî li cîhanê emê nas bikin ku adyolojiya çi aniye ser gelan.

Nerîna min :