PolîtîkRojev

Pirsgirêka me ligel Bexdayê ne tenê budce ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa niha Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên guftûgoyên ligel Hikûmeta Federalî dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di konferansa rojnamevanî de derbarê pirsa budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021an de ragihand, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn car in serdana Bexdayê kirine, ji bo bigihin hevtêgihîştinekê li ser budceya Iraqê û pişkê Herêma Kurdisanê ji wê budceyê. Em dizanin ku Iraq di rewşeke aborî ya neasayî re derbas dibe û me daxwaz kiriye ku ew budce hem xelkê Iraqê û hem xelkê Herêmê jê sûdmend bin.”

Herwiha got: “Daxwaza me ew e, divê ev budce li gor destûrê û zelal be û mafên darayî yên her aliyekî li ber çav bê girtin. Yek ji pêşniyazan ew bû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî rêk bikevin ku Herêm rojane 250 hezar bermîl petrol ligel nîvê dahatên federalî yên ji Herêma Kurdistanê tên radest bike, li hemberê jî Hikûmeta Federalî pêwîstiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Pirsgirêkên Herêmê bi Hikûmeta Federalî li Bexdayê re, ne tenê pirsgirêka budceyê ye. Pirsgirêkên me yên din hene wek: Hîna madeya 140 ya destûrê cibicî nebûye. Babeta Pêşmerge heye, ew jî nehatiye cibicîkirin. Navçeyên nakokî li ser hene, hîna nehatine cibicîkirin. Em dixwazin wan pirsgirêkan wek pakêcekê bi Hikûmeta Federalî re bigihin çareseriyekê.”

Herwiha got: “Ji ber ku pirsa budceyê rojev e, ewê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dadkokiyê li ser dike ew e, rêkeftina ku ligel Hikûmeta Federalî encam daye ye. Lê hin dibêjin divê Herêma Kurdistanê hemû dosyaya petrolê radest bike, ev jî ne xaleke destûrî ye, ji ber ku di destûrê de mafên Herêma Kurdistanê diyarkirî ne. Em bi ti carî qebûl nakin ku mafên destûrî werin binpêkirin.”

Diyar kir jî: “Hin pêşniyazên din hene, ez naxwazim bikevin nava hûrgiliyên wan, ji ber ku şandeke me ya taybet ji bo guftûgokirinê ligel Hikûmeta Federalî heye, ez wan xalan ji wan re dihêlim ku heta niha negihîştine armancekê û hîn guftûgo li ser tên kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Tekez kir: “Pirsgirêka me ne tenê budce ye, gelek pirsgirêkên siyasî û destûrî hene ku hêvîdar im li ber çav were girtin, ji ber ku ew xal asankariyê ji bo rêkeftineke sertaserî di navbera Hewlêr û Bexdayê bê kirin. Bêguman cibicîkirina madeya 140, bidawîanîna hemû pirsgirêkên li wê herêmê bê çare mane, bi nerîna min pêngaveke gelekî cidî divê ji bo nêzîkkirina aliyan.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Dixwazim spasiya hemû aliyên Kurdisranî yên piştevanî li mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kirine bikim. Ewên ku postên wan li Bexdayê hene dizanin ku nirx û pêgeha wan ji Kurdistanê tê”

Got jî: “Mixabin, dizanin ku niha keşûhewayeke hilbijartinan li Iraqê li pêş me ye, vê yekê bandor li ser guftûgo û danûstandinan kiriye. Cihê mixabiniyê ye, ji ber ku em li bendê bûn ku aliyên siyasî yên Iraqê hevrikiya hev bikin û aliyê zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, dengê zêdetir ên welatiyên Iraqê bi dest bixe, lê mixabin, hin dibînin ku ew alî bi dijayetiya Herêma Kurdistanê dixwazin dengên welatiyan bi dest bixin. Ev peyameka metirsîdar û ne rast e û divê bi tu awayekî neyê kirin. Li hember vê yekê em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku mijara lihevhatina giştî, pêkvejiyan, rêzgirtina li destûrê û gerentîkirina mafên destûrî ji bo hemû gelê Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê divê bibe bingehek ji bo gihîştina destkeftên ku em dixwazin di hilbijartinan de bidest bixin.”

Back to top button