CivakRojev

Artêşa Iraqê Pirdê û Sihêla ji bîr nekiriye û carek din êrîş nake!

Medya Silêmaniyê îdia kir ku, dê artêşa Iraqê êrîşê bingehên petrolê yên di destê pêşmergeyan de bike. Herweha heman mediya weneyek belav kir ku, hinek Hammar li ser balhirgirekî kaşo dê êrîş bikin.

Beramber wan îddîayan parlementerê berê yê fraksiyona PDKê ku niha jî weke fermandeyê mîhwera Mexmûr û Gwêrê ye Qadir Hesen, ji BasNewsê re axivî û da zanîn rastiyeke vê nûçeyê tuneye  û çewaşekarîye û ji bo narehetkirin û têkdana derûniya xelkê, nabe medya bi wî awayî serederiyê bike.

Herwiha Qadir Hesen da zanîn artêşa Iraqê careke din êrîşî wan herêmên di destê Pêşmergeyan de nake çunke wan nimûneya dastanên Pirdê û Sihêl ji bîr nekiriye, reng e kesan xwefiroş hebin ku xewnên wiha bibînin ku artêşa Iraqê û Heşdî Şabî êrîşî  Kurdistanê bikin.

Qadir Hesen amaje bi wê yekê jî kir medyaya Silêmaniyê xizmeta dijminên Kurdistanê dikin û tevgera DAIŞê li Qereçox heye û artêşa Iraqê ji bo jinavbirina DAIŞê li herêmê ye ne ji bo êrîşa ser Pêşmerge.

Back to top button