Nivîsar

Bangên du dînan

Ezê giyanê wê di dil û gorê xwe de hilgirim, ta bibe zengila mehderiyê, di jiyana nemiriyê , herdû rêyên me dirêj in heta dawiya cadeyekî jê koçbûyî ji cadeyên koçberiyê…

Rêber Hebûn

Ewa ji bermayên bîrêkirinê ye ,di jiyana giriyê min de , niha hêsirên wê kêm têne dîtin di salên zuhabûna min , dema ew koç kir, rehjen pê re çû, û bi rasthatinek qirêj mîna kutrakoviyek e barkirî wenda bû.

– kî ramûsana te yê har li rêyên aramiyê û dêmê wê de winda kiribû, ji min re bibêje ?

– û ez jî pirs dikim  , kî maçê min e niqişandî li ser eniya wê wenda kir, nayê bîra min , çi têkçûn ez çekirim e li kêlek cihê gemara xwe de, ez dojehê xwe , gilêza şadiya xwe yê rêwî dimêtim.

– kî girnijîna payîza  zer ji riwên te yê penaber jêbiribû, ey evîndarê yê di zîndanê nehişiyê de rûniştî?

– nizanim hevalê min , baş bawer im ku ti roman nikarin diyar bikin tewanbariya dîrokê di sizaya xwe ji me re, ez bi stûpêça dilê wê ye tenik ve girêdayî me, hezar ax di westabûna min de serberzik dibin, milyon qêrîn di zengelorê min e xirbelixbûyî û dengketî  de, cenga xwe amade dikin .

Zêdetirî milyar hêsir min di her şevê de reşkuj dikin, tevî vê jî leylana wê  bi azarî û biyaniya min e xweperest ne diramî.

Ev çi hestek e bêjiye hewl dide ku bêdengiya wê min jibîrkirin bide , bêdengiya wê ya fetisî, paytûnên sersaxiyê dirajin.

Mermera gora min , ji min re çêkir, xewinên min tên jêbirin roj bi roj , êdî cîhan pêş çavên min nema  fereh e, ta dilê wê di nav dilê xwe de rakim, dengê wê di keserên xwe yên rêwî de ,di ferehiyên pîzotê de hilgirim, bila rondikên min bibin find, keşe û nimêjgehan ronî bikin, zengelorên pepûkan radikim, li ber çavên gora – Vîktur Hîgo- de, li ber dîtinên te ezê ey hevalê min  e erinî , emê bi hev re bin, heta ku bayê dilê me tev rabe, emê pêle kûndîtiya serdemê bikin.

Ezê giyanê wê di dil û gorê xwe de hilgirim, ta bibe zengila mehderiyê, di jiyana nemiriyê , herdû rêyên me dirêj in heta dawiya cadeyekî jê koçbûyî ji cadeyên koçberiyê ,emê peyalê bi mey , westabûn û rikeberiyê av bidin, xebata me ku em bibin penageyekî ji her balindeyekî hêlîna xwe winda kiribû, ji her kaniyekî re bi bêdengî û tewandinê zelal dimeşe, nepeniyên firindeyên barkirî parve bikin, ta vegerin hêlîn û çûkên xwe, tevî ku rêya min ew pîzota sotandiye, ezê di nav de sermedî derbas bibim, tevî ku agirên bînvedanên wê li ser qeşaya xemxwariya min de gur dibe, ez hezar carî baş im, laşê wê ya xemilî bi hevrişm û narengê, gemara rûtbûnê ji ser bîçimên mêyatiyê jêdibe.

Radike ji astê dîtinên nêrîtiyê, elendê li ser şewqderî û derketinê ji nav bijangên wê de dihêvoje , ta bi helbezî, li ser bilindî tîpên wê ,yên mêyatiyê ji ava zelal û geşbûyî meşandin e, bi çirûska sibehê ,yê cilên şînbûna nûgîhayî, mîna hilmê emê li xwe bikin, ax çendîn tu ey şeva temenê min sertî , çendîn awareya te tûj e , û çendîn sîbera min nazik e, dema pistepist dike, leylana yara min vexwastin dike, dema bihnxweşî li dûr tengalên wê yên dagirtî û di nav lêvên wê , yên xwe tevlî bonga deryaya gilover dikir, û li ser memikên wê , yên hingiv jê dinqutin , henasê min dilxwazê şadiya rasteqîn e, di wê kêliyê de dike, nasnake rêya xwe berve şaşiyê, dînbûna min pîroz e ji ber ku kemînên min in, ji bo jiyana dirêj gûrkirî dibin.

Ew mûdiya sar e , di şaneyên tevinê min de cîteng dibe, çendîn ew dudil û kujer e di kûrahiyên min de, ew bêxewiya min ji piştrastî û hejêkirinê vediqetîne, xwezî ku serdemî ez jê rizgar bibim.

– tu ronîkirî yî bi zelaliya giyanê xwe, û kî jê re ew zelaliya be, di vê hebûna qircir de, ewê xudana jîndar û leylanan be, giyanê te di kenarên sêwirê de ajniyê dike, ku li du stêrka ya dînbûna te arandibû ketibû ,ew ji giyanê te venekişiya , lê belê hîn  te hembêz dike, stûxwar e mîna stêrka zivistana sar, beranberê hembêzê te yê lerizî.

Hîn hêsirên te yên nazdarî , bi dan û standinên rondikên wê gur dibin, hîn rûnên bîrêkirinê pêş te  berdidin, eynikên çavên te yên ronîdayî xwe pê dorpêç dikin, ta ku tu bi şiyarî û giranî bigrî, di dema ku helimkê û pistepistên xwe di buxçeyên arezûyê de vedigerîne, şevbuhêrkên fetisandina xwe li ser milên te de di bîr tîne, li jor sindîgana diyarbûna te de xwe ditewîne, pala eniya xwe li ser baniyên hilma te datîne.

– Tu asîmanên min bi peyalên ji meya lêvên wê ya gîhayî av didî, berjêrbûna min dilê xwe bi asêbûna kûntara wê, pakiya siha wê û girsbûna keserên wê dimîne, min nalîna xwe bînvedanên te yên banga hêviyê dikin rengîn kir, jiyana min e xemgîn yê zora çerxên çûyî kişandibû sar kir, ew eza min e tijebûyî  ye , ji sirûd û firînê , ji hundirê min vexwar.

 Ew peyva gazindê ye, hêsirên hûrikê , darêjeyên seqemê ne û fermiskên tozê ne yên dev ji benderên bayê min bernedan.

Ji wê şerfiroşiya neyînî rizgar bibe, ew te tar û mar kiribû, fêrî tembeliya hêviyê nebe, çênabe ku em bi ahînên bêkêran lajebêj bibin, lê pêdiviye em li rengên ahînên xwe bigerin ,berî ku li deriyê ahînên kesên din bidin, dibe ku ji  hawerdina xemgîniyên kesên din em helwestên wanê têkçûyî û neyinî bimêtin, û ti bijar e li cem me nîne ,an navgînek e me berdê ta ku bermayên xwe yên giran ,xemgîniyên me yên bi pirbûnê toqbûyî û bi gulsozên qircira gerdûnî neqişandî derbixin.

 Bi lez bergên bankirinê û valabûna hundirî li me dike, û eger em demamokên dijheviyê li xwe bikin, yê ku bi giyanên me yên asêkirî di nav vê cîhana diravî de tevdarbas dibe, û xwe nîşan dide bi rêya xuşiya hestiyarî, bi fêrkirina ji evînê û daxistina jina gewdeh di lîsteya jiyana evînî .

 Bi qerebalix û xuşiya fetisî, li ser evînê ji min dipirsî û bi xwe jî bersiva xwe da : ewa hestbûna bi têrbûna ji laş e û dûrketin ji wan keçên nimûne ,yên wekî mêran in,  û eger evîndarekî xwest  ku xwe bi wan re têr bike û raze, wekê ku bi mêrekî re bike, ne zêdetir,  gerînên vê jiyanê kurt in û helwestên wê yên hêdî hêdî tên guhertin û jêbirin, jiyana me ne romanek e , lê wekî hinek kurte çîrok in zor kin in, rewşên me yên rengîn û guherbar dişopînin.

Back to top button