PolîtîkRojev

Ev cara yekem nîne Îranê bê hurmetiyê li gelê kurd dike!

Serkirdeyekî partiyeka Rojhilatê Kurdistanê li ser wê fîlma Îranî dibêje, ev cara yekem nîne bi vî rengî heqaret li gelê kurd tê kirin.

Endamê polîtburoya Partiya Demokrat ya Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê (HDK), Umer Balekî ji BasNewsê re got, ew fîlma Îranî ya ku çend roj berê hat belavkirin, armanca wê tenê heqaret û bê hurmetî li gelê kurd e. Ew dixwazin bi tiştên wisa, xwe qehreman nîşan bidin û kurdan jî biçûk nîşan bidin û bê hurmetiyê bikin.

Wî serkirdeyê Rojhilatî behsa helwesta Îranê li hember referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî kir û got, di dema referandomê de gelê kurd li Rojhilat herî kêm bi qasî gelê kurd li Başûr şahî û kêfxweşî kirin lê paşê rastî serkutkarî û zilma hikûmeta Îranê hatin û hikûmeta Îranê sînor jî li ser Herêma Kurdistanê de girt.

Back to top button