CivakRojev

Kurdistanê hatinçûn bo çend welatan qedexe kir

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê hatinçûna welatiyên Iraqî bi rêka Herêma Kurdistanê re bo çend welatên biyanî qedexe kir.

Wezareta navxwe ya Kurdistanê ragihand, ji ber parastina tenduristiya welatiyên Herêma Kurdistanê li hember vîrusa Koronayê, çend biryarên nû dane.

Naveroka hinek ji wan biryaran wiha ye:

*Hatinçûna welatiyên Iraqî bi rêka Herêm Kurdistanê re bo welatên Brîtanya, Nemsa, Beljîka, Danîmarka, Fîlanda, Fransa, Gurcistan, Almanya, Yûnan, Îrlanda, Lukzemborg, Silovakiya, Îspanya, Berazîl, Amerîka, Hindîstan, Afrîqa Başûr, Australiya, Hollanda, Japonya û Zambiya qedexe ye

*Hatina kesên biyanî ji wan welatan bo Kurdistanê qedexe ye ji bilî şandên fermî, dîplomatên biyanî.

*Iraqiyên ku ji wan welatan vedigerin, divê 14 rojan bên kerentînkirin

*Normalkirina hatinçûna tûrîstan li deriyên sînorî yên Hacî Omeran, Başmax û Perwîzxan

Wezareta navxwe ragihandiye, ev biryar îşev demjimêr 21:00 pêve desbas dibin.

Back to top button