CivakRojev

Kongreya PDKê sala 2021ê de tê li darxistin

Endamê polîtburoya PDKê, Kakemîn Necar ji malpera fermî ya PDKê daye xûyakirin ku, PDKê dixwast kongreya xwe îsal pêk bînin lê ji ber belavbûna Koronayê nekariye pêkbîne.Nacar dide xûyakirin ku, dê kongreya PDKê sala 2021ê werê li darxistin.

Dê kongreya 14ê ya PDKê di mehên ewil yên sala 2021ê bê li darxistin..

Li ser dema lidarxistina çardehemîn kongireyê jî, Necar gotiye, amadekarî hatine kirin û kongire dê mehên destpêkê yên sala 2021 were kirin.

PDK 16 Tebaxa sala 1946 ji aliyê Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî ve hatiye damezirandin.

Destpêkê navê PDKê, Partiya Demokrat a Kurd bû, lê belê di kongireya sêyem de, ku di sala 1953 de lidar ket, navê wê bû Partiya Demokrat ya Kurdistanê. Heta niha PDKê 13 kongire lidar xistine:

Kongireya yekemîn, roja 16.08.1946 bi amadebûna 70 kesan, bi awayekî nihênî li mala Seîd Fehîm a li Bexdayê birêve çû û Mela Mistefa Barzanî wek serokê PDKê hat hilbijartin.

Kongireya sêyemîn roja 26.01.1953 bi beşdarbûna 35-40 kesan li Kerkûkê birêve çû û navê partiyê bûye Partiya Demokrata Kurdistan (PDK).

Kongireya nehemîn roja 04.10.1979 li Zêweya Ormiyê birêve çû û Mesûd Barzanî wek serokê PDKê hat hilbijartin.

Kongireya sêzdemîn jî ji 11 heta 18.12.2010 li Hewlêra paytexta Herêma kurdistanê birêve çû. Di vê kongreyê de Mesûd Barzanî wek serok û Nêçîrvan Barzanî jî wek cîgirê serokê PDKê hatin hilbijartin.

Back to top button