PDK û YNK yekhelwestiyê wek pêwistiyekî dibînin


Piştî civîna îro ya şandeya PDK û YNKê li Silêmaniyê, daxuyaniyek hevbeş belav kirin û tê de tekezî li girîngiya encamdana civîna sêalî ya di navbera aliyên pêkhêner ên Hikûmetê kirin.
Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de, di civînê de guftûgo derbarê pêwendiyên herdu aliyan, rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê de hate kirin.
PDK û YNKê, civîna sêalî ya PDK, YNK û Tevgera Gorranê bi girîngî û pêwîstî ji bo vê qonaxê zanî, ji bo yekhelwestî û berevanîkirina li mafên gelê Kurdistanê li Iraqa federal, bi taybet derbarê pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Herwiha piştevanîkirina li pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê danûstandina li ser pirsa yasaya budce û wergirtina qerz ji bo dabînkirina mûçeyên welatiyên Kurdistanê û pirsa budceya sala 2021an bi pêwîstî zanî.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, roja Sêşema bê civîna sêalî ya di navbera PDK, YNK û Tevgera Gorranê de tê girêdan.

 

Nerîna min :