PolîtîkRojev

Hebûna PKKê dibe sedeme dagirkirina başûrê Kurdistanê

Hebûna bingehên PKKê li başûrê Kurdistanê, bûye  hêcetek mezin ku Tirkiye bikeve di nava axa başûrê Kurdistanê û deverê dagir bike.

Aliyên siyasî yên Kurdistanê vê cûre xebata çekdarî, weke xizmetkirina dijmin û dagirkeran bi nav dikin.

Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî diyar kir ku ev şêwaza wan û karê wan, tenê bi tenê di xizmeta Tirkan de ye, di xizmeta wan hikûmetên Iraqê de ye ku naxwazin ti car Kurd bigihin mafên xwe, wêrankirina deverê, rakişandina dijminan, bigumankirina rewatiya desthilata Herêma Kurdistanê, xizmeta dijmin û dagirkerên Kurdistanê dike.

Çavdêrên siyasî jî, wan di nav hizr û îdeolojiyên wan ên wisa de dibînin ku wan weke alavek ji bo bicihkirina ajendaya dewletên herêmî yên li dijî Kurdistanê bi nav dikin.

Çavdêrekî siyasî diyar kir: “Heta niha ew jî nizanin ji aliyê fikrî ve ew çi dibêjin. Dualîzmeke xirab di nav PKKê de peyda bûye, ku aliyekî bizava di nav axa Tirkiyê de weke hereketeke sivîl, li aliyekî din jî hereketeke çekdarî li ku derê, ne li deverên bakurê Kurdistanê, berevajî wê li başûrê Kurdistanê tevgerê dike, ji ber vê em dibînin ku ajendaya dewletên herêmî li Herêma Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê mixabin cîbicî dikin.”

Êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bo ser başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, bûye sedema valakirina bi sedan gundan û qutkirina nanê jiyana bi hezaran welatiyên sivîl.

Ji ber operasyonên Tirkiyê yên li dijî PKKê li devera Zaxoyê, îhtimal heye ku 45 gund vala bimînin.

Back to top button