PolîtîkRojev

Kazimî: Rojane li gel maran reqs û semayê dikim

Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê hişyariya li neçarkirina bi pêkanîna hevsengiyeke zehmet ya li navbera Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Îranê li Iraqê da û got: “Ez rojane li gel maran da semayê dikim û li pey bilûrek da digerim heta ku li rêya wê ve wan kontrol nikim”.

Rojnameya The Guardian ya Brîtanî axaftinên Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê veguhest û da zanîn ku ji ber Îran û Amerîkayê, ketiye rewşeke dijwar ya hevsengîkirinê. Eve jî dûpat kir ku Hikûmeta wî hewl dide hilbijartinên pêşwext di dema xwe da encam bide.

Serok Wezîrê Iraqê serdana her yek ji welatên Fransa, Almanya û Brîtanyayê kir û çendîn civînan li gel hejmarek ji berpirsên bilindên Ewrupî de encamda.

Back to top button