
Hikûmeta Çînê li rêya kertê taybet bi 5 milyar dolar projeyek li Hewlêrê bi cîh dike û bi vê projeyê jî zêdetirê 8 hezar derfet û hela kar ji bo welatiyan direxsê.
Saman Areb Serokê Desteya Veberhênanê ya Leqa Hewlêrê ragihand: “Li meha eylûla îsal kompanya Pekîn ya Çînî ji bo encamdana projeyeke geştiyarî û nîştecîh bûnê projeyek pêşkêşî Desteya Veberhênanê kir. Li vê projeyê bi 5 milyar dolaran bi cîh dike”.
Her wiha Samana Areb da zanîn ku bi cîhkirina vê projeyê de zêdetirê 8 hezar derfet û hela kar tê rexsandin.