Hikûmeta Iraqê biryarê da bi sê qonaxan hemû wargehên koçberan bigre û wargehên di nava Herêma Kurdistanê da, wê li qonaxa dawiyê de bêne girtin.
Di kongreyekê rojnamevaniya hevbeş da li Hewlêrê, Rêber Ehmed Wezîrê Navxoyê Herêma Kurdistanê û Xalid Betal Necim Wezîrê Plandanana Iraqê, Îvan Fayiq Wezîra Koç û Koçberan ragihand: Hemû koçberên parêzgeha Enbar vegeriyane ser mal û mulkên xwe, di demekê nêzîk û bi sê qonaxan wê proseya girtina wargehên koçberan bêne girtin û li qonaxa dawiyê da wê wargehên di nava Herêma Kurdistanê da bêne girtin.