Rêveberiya Giştî ya Asayişa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê derbarê kuştina Rêveberê Asayişa Deriyê Sînorî yê Serzêrê li navçeya Amêdê ya Duhokê, Xazî Salih Alîxan de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ew ji aliyê PKKê ve hate terorkirin.
Rêveberiya Giştî ya Asayişa Herêma Kurdistanê îro Şemiyê 10ê Cotmeha 2020an de derbarê derbarê kuştina Rêveberê Asayişa Deriyê Sînorî yê Serzêrê li navçeya Amêdê ya Duhokê, Xazî Salih Alîxan de li gundê Bîk Dawûda bi guleyeke nîşangiriyê hatibû kuştin, daxuyaniyek belav kir.
Rêveberiya Giştî ya Asayişê li Hewlêrê ragihand: “Piştî lêkolîna hûr û berfireh, derket ku ew ji aliyê PKKê ve hatiye terorkirin û pêştir jî bi awayekî rasterast û ne rasterast gefa terorkirinê lê xwaribû.”
Di heman demê de Rêveberiya Giştî ya Asayişê li Hewlêrê ragihandin, ji bilî ku serxweşiyê û hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarê Xazî Salih Alîxan re radigihînin û “bi tundî vî karê teroristî û tirsnak şermezar dikin û radigihînin ku ev kiryara terorist bê bersiv namîne.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku bila hevniştimanî û xelkê dilsoz ê Herêma Kurdistanê bizane, “di asta vê karê terorist de, helwesta wan hebe.”
Roja 8ê Cotmeha 2020an, Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê, Xazî Salih Alîxan di nav mala xwe de û di demekê de ku li gel mabata xwe bûye, bi gulle hatibû hedefgirtin û bi dijwarî birîndar bibû. Tevî ku bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, lê belê ji ber dijwariya birînan di temenê 48 saliyê de canê xwe ji dest dabû.
Xazî Salih Alîxan zewicî bû û 5 zarokên wî hebûn.
Xazî Salih Alîxan di sala 1985an de tevlî refên Pêşmerge bûbû û sala 1988an jî penaberî Îranê bûbû û tevî birayên xwe beşdarî di şerê li dijî DAIŞê de jî kiribû.