
Serokê Partiya DEVA Ali Babacan tevlî kongreya partiya xwe ya şaxê Diyarbekirê bû. Babacan behsa pirsa Kurd kir û di vê derbarê de rexne li siyaseta AKPê û Erdogan kirin.
Babacan beşek axavtina xwe de got: “ Ez dizanim di nava vê bê edaletiyê de, di nava vê bê huquqêyê de, li Diyarbekir mijara herî girîng ku mirov li ser bisekine pirsa Kurd e.Ezê ji werê behsa pirsa Kurd bikim.Hun vê pirsgirêkê baş dizanin.Hun di nava pirsgirêkan de dijîn.Ez ji bo vê li vî bajarê ku 5000 salan bûyî cihê medeniyeta bangî hemû Tirkiye dikim.
Belê mijara me pirsa Kurd de.Bi dehê salan gotin “qaşo pirsa kurd“ û ev pirs inkar kirin.Lê serê salên 2000 an de navek li vê pirsê hate kirin.Lê mixabin di vê qonaxê de cardin behsa pirsa Kurd hatiye qedexekirin.Ji bo vê ezê îro behsa pirsa kurd bikim. Hun dizanin gotina “pirsa kurd“ îro vê rejimê gelek aciz dike.Dibêjin: “Çi kêmasiya wan heye ? Ji bo çi hêja hun dibêjin Pirsa Kurd“ Divê em qebûl bikin ku, partiya îro li ser desthilatê, bi pêvajoya pişgiriya Yekitiya Ewropayê hinek reformên bi cesaret pêkanîn.Başe niha rewş çiye? Tiştek ji yên berê nemaye. “
Babacan da xûyakirin ku, Partiya li ser hukum ji xwe re şîrekek peyda kir û bi nexweşiya siyasiya şirîkê xwe cardin pirsgireka Kurd peyda kirin.
Babacan rexne li Erdogan jî kir û got: Her tişt sala 2005ê dema Erdogan gotî, Pirsa Kurd heye û ev pirsa mine. destpê kir û cardin Erdogan sala 2015ê da xûyakirin ku,Çi pirsa Kurd? hêdî pirsa Kurd tuneye hun hêja çi dixwazin. Dawî vê pêvajoyê anî.Dema sala 2002ê de behsa kurda dihat kirin, tişta ku tê bîra mirov qedexeyên li ser Kurda bûn. Navbera salên 2002-2015ê qedexeyên li ser zimanê kurdî hatin rakirin. Kanala televiyonê de weşanên kurdî destpêkirin.Di zaningehan de beşên zimanê Kurdî hatin vekirin. Li bajaran navên kurdî li ser tabeleyan belav bûn.
Li niha em dibînin ku, beşên kurdî di zaningehan de aloz bûne, hêdî li bajaran tabelayên kurdî tên rakirin, pêvajoya reforman de gelek rewşenbirên kurd yên çûyin derve wedikeriyan. Lê îro cardin rewşenbir diçin derveyê welat.