Serokê Fransayê Emmanuel Macron şevîdin di civêna Yekitiya Ewropa de axavtinek kir û behsa rewşa şerê Azerbeycan û Ermenistanê jî kir.
Macron di axavtina xwe de got ku, Tirkiye ji Suriye bajarê Helebê 300 çekdarên tundrev li ser rêya Entabêre derbas kirine û ew rêkirine Azerbeycanê.
Macron di axavtina xwe de got: Raporên îstibaratê dide xûyakirn ku ji grubên cêhadî 300 çekdarên ji Suriye li ser Entabêre derbas bûne û çûne Azerbeycanê, ev agahdarî hatiye pişratkirin. Xeta sor hatiye kût kirin û ev yek nayê qebûlkirin. Ez dixwazim hemû endamên NATO yê çalakiya vî welatê endamê NATOyê bibînin. Em wek Fransa di vê derbarê de ji Tirkiye dixwazin îzahetekî bike.
Macron da xûyakirin ku, ji bo vê pirsê wê li Erdogan bigere.
Malaçavderiya mafê mirova li Suriye jê ji berî niha dabû xûyakirin ku, 300 çekdar li Suriye yên girêdayê gruba Sultan Murad û El-Emşad li ser Efrinê re derbasê Azarbeycanê bûne.