Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê , bi sedema Koronayê bi sedêhezaran zarok ji xwendinê dûr ketine û nikarin bi awayekî di dibistanan de perwerdeya xwe berdewam bikin.
Tê zanên ku niha piraniya dibistanan de xwendin bi sistema Online çêdibe û gelek zarok naçin dibistanê. Yanî perwerdeya rû bi rû di dibistanan de gelekî kême û tenê hinek rojan demjimêrek yan jî du demjimêra beşek ji zarokan serdana dibistanê dikin.
Dema sistema Online perwerde bê kirin divê ji berî her tiştekî bingehê wê sistemê hebe û hemû deveran zarok bikaribe sistema online bi karbîne.
Lê mixabin li bakurê Kurdistanê ji derê bajaran ev mecal tuneye. Piraniya cihan de înternet tuneye. Li hinek deveran zarok bi rêya telefonên dewûbabên xwe hewldidin bikevin sistema Online de,lê mixabin dema internet bi kar neke zarok nikarin bi vê sîstemê perwerde bibin. Li hinek gundan zarok bi kilometreyan ji mala xwe dûr dikevin diçin serê girekî da ku înternet bikişîne. Lê sibehî berf û baran bê zarok nikarin vê yekê jî bikin.
Gelek zarok ne xwediyê computer yan jî cîhazekîne ku bikaribin bikevin Înternetê. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nêzikî 6 milyon zarok nikarin xwendina xwe bi rêya online bikin.
Gelek cihan 5-6 zarok bi rêya telefonekî dikevin internetê, ew jî bi baş kar nake. Herweha interneta telefona gelekî bihaye û malbat nikarin ji bo telefonên xwe jî Înternetê bikirin da ku zarok bi onlin bixebitin.
Ev yek bûye sedemek bi miyona zarok ji xwendinê dûr dikevin. Heta wek vê gavê tu çareserî ji vê pirsgirêka girîng re nehatiye dîtin. Rêyek heye ku divê hukumet înternetê û cihazan bê perê li ser zarokên bê imkan belav bike.