Civak

Ji tirkiye 10kg eroyîn anîn Başûrê Kurdistanê û hatin destgîr kirin

10 kg maddeyê hişbir li cûreya eroyîn li tixûbê Başûr û Bakûrê Kurdistanê ji aliyê tîmeke hevbeş ya Asayîşa Soran û Mêrgesorê hate destgîr kirin.

Muqedem Siyamend Hesen Erguşî Berpirsê Nivîsîngeha Taybet ya Birêveberiya Asayîşa Soran îro 23.09.2020 li daxuyaniyek de ragihand: “Piştî ku me zanyarî di derbarê hinek tevgerên neyasayî ya li deverê komkirin, Birêveberê Asayîşa Giştî agahdarkirin li ser biryara wan jî tîmeke hevbeş li navbera Asayîşa Soran û Birêveberiya Asayîşa Mêrgesorê hate pêkanîn û tîmek şandin ser tixûb.”.

Ew tîma pêkhatî li ser tixûbê Bakûr û Başûrê Kurdistanê li navbera gundê Bermîze û Şaneşa, li deştek da tevgereke neyasayî hatiye dîtin. Muqedem Siyamend dibêje: “Li encama dûvdaçûnê da jî wê tîma hevbeş ser 10 kîlo maddeya hişbir da girt ku ji cûreya eroyînê pêkhatibû û ji welatê tirkiyê bi qaçaxî anîbûn Herêma Kurdistanê”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button