Kultur
Bi sîstema Norwêcî li Kurdistanê masî xwedî dikin
Li ser asta Kurdistan û Iraqê yekemîn projeya xwedîkirina masiyan ya bi sîstema Norwêcî li bajarê Hewlêrê qonaxa yekem temam bû ku piştî temambûna hemû qonaxan dikarê salane 3 hezar ton masî berhembîne.
Proje li rêya Şemamik hatiye avakirin ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Hewlêrê û 11 km ji kolana 100 metrî dûre.
Xwediyê projeyê Abdulkerîm Ehmed Cesîm ragihand: “Li sala 2013 projeya xwedîkirin û berhemanîna masiyan me bi hevbeşî li gel kompanyayeke Norwêcî damezrand ku yekemîn care li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê bi sîstema Norwêcî projeya xwedî kirina masiyan li Hewlêrê tê avakirin.