Civak
Sibê înterneta Kurdistanê radiwestênin
Bi biryara Wezîrê Veguhestin û Gihandinê û li ser daxwaza Wezîrê Perwerde, sibê li Herêma Kurdistanê înternet heta çar demjimêran (06:00 heta 10:00) radiwestê û 10 rojan berdewam dibê.
Bi fermana Eno Cewher Wezîrê Veguhestin û Gihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sibê hêla înternetê radiwestê û li nivîseke Wezîrê Veguhestinê da hatiye eşkere kirin ku li ser daxwaza Wezareta Perwerde li rojên taqîkirinan (imtihanan) hêla înternetê li dema encamdana taqîkirinên xula duyema pola 12 amadehî tê rawestandin.