Ciwan Mistefa Hevseroka Desteya Tendirustiya Birêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand, li 24 demjimêrên derbasbûyî de 12 pêketiyên nû yên Koronayê hatine destnîşan kirin.

Li gor daxuyaniya Desteya Tendirustiya Birêveberiya Xweser, çar pêketî li Hesekê ne, çarê din jî li Kobanê û sê ji wan jî li Qamîşlo ne, her wiha pêketiyek jî li Reqqayê hatiye destnîşankirin.

Her li vê daxuyaniyê de li 24 demjimêrên derbasbûyî de tenê 3 pêketî başbûne, heta niha jî ewên wekî pêketiyê Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatine destnîşankirin hejmara wan gihîştiye 556 pêketî û ji wê hejmarê jî 35 kes canê xwe ji destdane û 101 pêketî jî başbûne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: