Civak

Wezareta Çandinê hawirdekirina çend berhemeke payizî qedexe dike

Husên Heme Kerîm Peyvdarê Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Wezareta Çandinê berdewame li hewlên xwe yên piştgirîkirina berhemên navxweyî ya cotkarên Kurdistanê û bi vê mebestê jî li demsala payîzê da, hawirdekirina çend berheman qedexe dike an jî baca zêdetir dixine ser wan berheman.

Her wiha got: Heta berhemên navxweyî hebê, heta demeke nediyar rê nadin hawirdekirina beşeke zêdeyê fêkî û meyweyan û li gor pirkirina pêdiviyên navxweyî Wezareta Çandinê biryarê li ser berheman û hawirdekirin yan qedexekirina wan de dide.

Back to top button