Civak

Patata Kurdistanê ji 12.000 tonan zêdekir bû 247.000 ton

Berhema patata xwemaliya Herêma Kurdistanê zêdekiriye lê belê ji ber kêmbûna komgeh depoyan, di dema pêgihiştina wan da zêdetirê wan bi nirxeke hezaran henardeyên bajarên Iraqê dikire, li meha tişrîna duyem heta ku nava meha gulanê jî Kurdistan patata hawirde dike.

Patata ji ber bihaya xorekiya wê yek ji navdartirîn berhemê çandinêye ku gelek welatan girîngiya çandin û berhemanîna wê wê didin. Bi vê yekê jî patata li rûyê çandin û berhemê ve piştî genim, birinc û garis bi pileya çarem tê.

Çandin û berhemanîna patata bi awayeke berfireh û zanistiyane li Herêma Kurdistanê dîrokeke xwe yê dirêj nîne, yekemcar Wezareta Çandinê li sala 2008 wekî ceribandinê 51 ton binetova patata ji Holanda hawirdekir û bibê beramber li ser cotkaran da dabeş kir.

Li sala 2009 çandina patata xistin lîsteya berhemên stratejiyên plana pênç saliya Wezareta Çandiniya Herêma Kurdistanê û dest bi hawirdekirina binetovê patata ji Holanda û Fransa kirin.

Li sala 2009 da Wezareta Çandinê 675 ton binetovê patata anî û wekî handanê û bê beramber li ser cotkaran dabeşkir. Li sala 2010 hawirdeya binetovê bû 952 ton û sala 2011 bû 2 hezar û 133 ton zêdekir û bi % 75ê nirxê palpişt li ser cotkaran da dabeş kir. Paşê cotkar bi taybet li Dihok û Hewlêr rû li çandina patata kirin. Çend kompanyayek damezrandin dest bi hawirdekirina binetova patata kirin. Paşê hawirdekirin zêdekirin, lê belê rêjeya palpiştiyê li sala 2012 bû %50, li sala 2013 bû % 40 û li sala 2014 heta 2016 bû % 25 kêmkir. Paşê çandina patata rêya xwe girt ji ber qeyrana darayî ve palpiştiya wê nema.

Niha 6 kompanyayên li Herêma Kurdistanê tovên patata ji Holanda ji bo cotkarên Kurdistan û Iraq hawirde dikin. Her wiha 675 cotkar jî bi çandina patata mijulin û salane nêzîkî 20 hezar ton binetova patata li Herêma Kurdistanê tê çandin ku % 50 ê wî hawirdeye.

Li gor amarên Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê li 11 salên derbasbûyî de berhemê patata ji 12 hezar ton bûye 247 hezar ton zêdekiriye. Berhemê patata li 11 salan da 20 beramber zêdebûye.

Back to top button