Polîtîk

Pompeo ji Iraqê dixwaze li gel Kurdistanê li hev bê

Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka li konferanseke rojnamevaniya hevbeş ya li gel Fuad Hussein Wezîrê Derveyê Iraqê li Washington daxwazê ji Bexdayê kir rêkeftina budçeyê li gel Herêma Kurdistanê wajo bike.

Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka li civîna rojnamevaniyê de got: Amerîka li gel çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdaye û me hana Bexdayê da bo ku rêkeftina budçeyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Her wiha got: Amerîka dixwaze Iraq aboriyeke xwe ya bihêz hebê û aramî li navçeyê vegerê û kêşeyan bi rêya diyalogê çareser bikin. Emê li hevkarîkirina mirovî ya ji bo Iraqê berdewa bîn û li rêya rêxistina USAID ve ji bo vegerandina koçberan û avakirina navçeyên ziyanlêketî 2.4 milyon dolar hevkariya Iraqê hatiye kirin.

https://www.facebook.com/Reuters/videos/303289870922303/
Back to top button