Helbestvanê hesretkêş: Egîtê Qadirî

Malbata Egîtê Qadirî di salên 1926-1927an de, piştî serhildana Şêx Seîd, ji ber zilm û zora Roma Reş tevî 1700 malbatên eşîra Brûka koçber dibin, mal û milkên xwe di cih de dihêlin û ji çemê Erez, derbasî Qafqasyayê dibin. Egîtê Qadirî, di sala 1938an de li Gundê Seyîd Kotaniyê li nehiya Vêdiyê ya girêdayî Komara Ermenistanê ji dayik bûye.
Qadirî di sala 1963an de, li Zaningeha Pedagojîyê ya ser navê X.Abovyan li bajarê Erivanê, Fakulteya ziman, wêje û dîrokê (para Azeri) xelas kiriye. Qadirî li bajarê Bakuyê di dibistanê de wekî dersdar kar kiriye û bi afirêneriya edebiyata Kurdî re mijûl bûye. Helbestên wî di salên cuda cuda di rojname û berevokan de ronayî dîtine.
Di sala 1971ê de pirtûka xwe ya bi navê “Lîrîka Helbestên Feqiyê Teyran” weşandiye. Ev, pirtûka wî ya yekemîn e.

Di pirtûka wî ya bi navê “Kûlîlken Çiya” de; hesret, nalîn, gazî, guman, rastî, hêvî û baweriya azadiya Kurdistanê heye. Ev bawerî pey nasbûna pirtûka “Kûlîlka Çiya” bi zimanekî şirîn, xweş û poetîk ve, bandoreke mezin li ser xwendevanan jî çêdike.
Egîtê Qadirî di sala 1999an de, li bajarê Baku’yê çû ser dilovaniyê.

GULÎZER
Gerdena te şemdan dide, Gulîzer,
Bejn û bala te heykel e sîm û zer,
Ji hûba te bûme bengî sewdaser,
Dev lêvê te şekrê şamê, Gulîzer.

Sûretê te sor gevez ça hinar e,
Xal xetê te tev de nexşê guhare,
Evîna te ez kirime dîn û har,
Dîn û harê te gulê me, Gulîzer.

Naz horînga nûr şemdana qudretê,
Sûlavlêka li ser banê cinetê,
Min re were rehm û kerem mirwetê,
Birîndarê te gulê me, Gulîzer.

Gulîzercan çavê te yê nexşîn in,
Hinarê te merxik gulava bin in,
Bengî ez im ser te maşuq evîn im,
Evîndarê te gulê me, Gulîzer.

Ez dizanim tu bedewa kurdan î,
Tacê zêrîn beyta Feqiyê Teyran î,
Zîna bedew hûba Ehmedê Xanî,
Dilxedarê te gulê me, Gulîzer.

Ez heyrana kenê te yê şekirî,
Nûr nedera dêmê te yê vekirî,
Ji hûba te pir nexweş e Qadirî,
Tengezarê te gulê me, Gulîzer.

Egîtê Qadirî | GULÎZER

HELBESTVANÊ HESRETKÊŞ : EGÎTÊ QADIRÎMalbata Egîtê Qadirî di salên 1926-1927an de, piştî serhildana Şêx Seîd, ji ber zilm û zora Roma Reş tevî 1700 malbatên eşîra Brûka koçber dibin, mal û milkên xwe di cih de dihêlin û ji çemê Erez, derbasî Qafqasyayê dibin. Egîtê Qadirî, di sala 1938an de li Gundê Seyîd Kotaniyê li nehiya Vêdiyê ya girêdayî Komara Ermenistanê ji dayik bûye.Qadirî di sala 1963an de, li Zaningeha Pedagojîyê ya ser navê X.Abovyan li bajarê Erivanê, Fakulteya ziman, wêje û dîrokê (para Azeri) xelas kiriye. Qadirî li bajarê Bakuyê di dibistanê de wekî dersdar kar kiriye û bi afirêneriya edebiyata Kurdî re mijûl bûye. Helbestên wî di salên cuda cuda di rojname û berevokan de ronayî dîtine. Di sala 1971ê de pirtûka xwe ya bi navê "Lîrîka Helbestên Feqiyê Teyran” weşandiye. Ev, pirtûka wî ya yekemîn e.Di pirtûka wî ya bi navê “Kûlîlken Çiya” de; hesret, nalîn, gazî, guman, rastî, hêvî û baweriya azadiya Kurdistanê heye. Ev bawerî pey nasbûna pirtûka “Kûlîlka Çiya” bi zimanekî şirîn, xweş û poetîk ve, bandoreke mezin li ser xwendevanan jî çêdike.Egîtê Qadirî di sala 1999an de, li bajarê Baku’yê çû ser dilovaniyê.GULÎZERGerdena te şemdan dide, Gulîzer, Bejn û bala te heykel e sîm û zer, Ji hûba te bûme bengî sewdaser, Dev lêvê te şekrê şamê, Gulîzer. Sûretê te sor gevez ça hinar e, Xal xetê te tev de nexşê guhare, Evîna te ez kirime dîn û har, Dîn û harê te gulê me, Gulîzer. Naz horînga nûr şemdana qudretê, Sûlavlêka li ser banê cinetê, Min re were rehm û kerem mirwetê, Birîndarê te gulê me, Gulîzer. Gulîzercan çavê te yê nexşîn in, Hinarê te merxik gulava bin in, Bengî ez im ser te maşuq evîn im, Evîndarê te gulê me, Gulîzer. Ez dizanim tu bedewa kurdan î, Tacê zêrîn beyta Feqiyê Teyran î, Zîna bedew hûba Ehmedê Xanî, Dilxedarê te gulê me, Gulîzer. Ez heyrana kenê te yê şekirî, Nûr nedera dêmê te yê vekirî, Ji hûba te pir nexweş e Qadirî, Tengezarê te gulê me, Gulîzer.

Gepostet von Yekbûntv am Mittwoch, 19. August 2020

Nerîna min :