Kultur

Mamosta Ednan Berzencî 50.000 kesan fêrî Kurdî kiriye

Dr Ednan Berzencî wekî zêdetirê wan kesên ku xema wan ya mezin parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ye, çendîn sale erkê pîrozê fêrkirina zimanê Kurdî girtiye milê xwe, hewl û keda Kek Ednan li vê navê da, wekî dilsoz û xemxûrên dinê nasnameya Kurdî, ji bo pere û pile û paye nebûye û belkû ji bo dilê xwe û geşkirina ziman û çanda gelê xwe bûye.

Enstîtûya Zimanê Kurdî Raje, ku li sala 2004 an de ji aliyê Dr. Berzencî ve li Sine hate damezrandin, roleke girîng li çalakiyên li warê fêrkirina zimanê Kurdî da dîtiye û heta niha nêzîkî pencih hezar kes li wir fêrî zimanê Kurdî bûne. Ew Enstîtû nûnerayetî û birîkariya Pîranşar û Kirmaşan kiriye û serkeftiyane çendîn xulên cûda cûda birêvebiriye wekî rêziman (Kurdî navendî, serê, xwarê û Hewramî), rênivîs (Erebî-Aramî û Latîn), çîrok‌nivîsîn, Nalî‌nasî, Mewlewî‌nasî, Hejarnasî, kargeha şî’ir, rewan‌bêjî, kargeha wergêran û xulên rahênana mamostayên zimanê Kurdî de karên girîng kirine.

Back to top button