Cîhan

Neteweyên Yekgirtî: Nîvê serweta cîhanê cem 26 kesane

António Guterres Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî eşkere kir ku 26 kes xwediyê nîvê serwet û samanê cîhanê ne û balkişand li ser wê yekê jî ku % 70 ê nîştecihên cîhanê ketine bin hêla nedadperweriya dahat û samanê.

António Guterres Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî di dema pêşkêşkirina gotara xwe ya salane da ya li saziya Nelson Mandela tîşk xiste li ser zêdebûna nedadperwerî û serwet û samanê cîhanê li destê hinek kesan da ye û daxwaz kir rêkeftineke cîhanî ji bo dabeşkirina desthilatê, serwet û samanê derfetan bi awayeke berfirehtir û dadperweranetir li asta navdewletî da bê kirin.

Back to top button