Cîhan

Wezîrê Derveyê Îranê serdana Kurdistanê dike

Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Îranê ragihand piştî nîvroya îro yekşem li ser vexwendina Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê dike û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive.

Ajansa Fermî ya Îranê Îrna belav kiriye ku Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Îranê li dema gihîştina firokxaneya Bexda ragihand serdana wî ya Bexdayê yek roj dibê û berê amadekarî ji bo wê hatiye kirin. Her wiha vê serdanê jî bi derfeteke baş bi nav kir her wiha serdana Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê ya Tehranê ku biryare roja sêşemê 21.07.2020 bê kirin binirxîne.

Wezîrê Derveyê Îranê her wiha eşkere kir êvariya îro yekşem 19.07.2020 li ser vexwendineke Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê dike da ku li gel Serokê Herêma Kurdistanê û hejmareke dinê berpirsên Herêma Kurdistanê bicive.

Biryare Zerîf demjimêr 18:00 bigihe Hewlêra paytexta Kurdistanê û li gel Serokê Kurdistanê civînek saz bike.

Back to top button