Polîtîk
PKK û tirkiye 519 gundên Başûrê Kurdistanê xerakirin
Li sê sala derbasbûyî de 42 welatiyên sivîlên Herêma Kurdistanê li bombebarana firokeyên tirkiyê da şehîd bûn. Li 20 salên derbasbûyî de 519 gundên Herêma Kurdistanê hatin vala kirin û li Dihokê jî li şeş rojan da 18 gund hatin vala kirin.
Ji ber şer û pevçûnên di navbera PKK û hêzên tirkiyê de 519 gundên Başûrê Kurdistanê hatine valakirin ku 363 ji wan li parêzgeha Dihok û 118 ji wan li Hewlêr û 40 gund jî li Silêmanî bûn.
Ew gundên ku heta niha xelk nikarin vegerina nava gundên xwe û ava bikin, wan gundan dahat û berhemeke zêde heye.