Civak

Havîngeha Ava Mark hate vekirin

Piştî sal û nîvek ji qedexekirin û girtina bazar û cihên geştuguzariyê li Havîngeha Ava Mark ya ser bi nahiyeya Şêladizê, îro ew hemû cihên havîngehê hatine vekirin. Rêveberê Nivîsîngeha Geştuguzariya Amêdiyê jî diyarkir ku rêkarên Koronayê wê li Havîngeha Ava Mark bêne bicîhkirin.

Ziyad Rêkanî Xwediyê yek ji cihên geştuguzariyê û xwaringehên Ava Mark got: Piştî ku me civînek li gel cihên emnî û tendirustiyên li Şêladizê kirî û têda daxwaz kir ku rê bidin me biçîn ser karên xwe û bazar û cihên xwe yên guzariyê vekîn, spas ji bo xwedê dawiyê de wan rê bi me da.

Her wiha got: Vekirina rêya wê li gor hinek rêkaran û li ber çav wergirtina tendirustiya canê welatiyan be. Lê belê hê jî ew rêkar ji bo me nehatine destnîşankirin.

Havîngeha Ava Mark ku dikeve devera Rêkan ya ser bi nahiyeya Şêladizê, li rêkefta 26.01.2029 hatibû girtin. Balafirên tirkiye di dema bihurî da çendîn caran bombebarana dewrûber û nêzîk Havîngeha Ava Mark kiriye.

Havîngeha Ava Mark 25km dikeve Bakûrê Rojavayê Şêladizê û nêzîkê 15 cihên geştuguzariyê lê hene û zêdetirê 50 kes têda kar dikin. Berê rojane di navbera 300 heta 600 otombêlan rojane serdana vê havîngehê dikir.

Balkêş e ?
Close
Back to top button