Civak

Dewleta tirkiye Amêdiyê bombebaran dike

Berî nîvroya îro şemî 23.05.2020 Firokeyên Cengî yên dewleta tirkiye gundê Hîzankeya Krîstiyan nişîn ya li tixûbê nahiye ya Çemankê ya ser bi qeza Amêdiyê bombebaran kir.

Çavkaniyek agahdar ragihand: “Bombebaran li demjimêr 11ê berî nîvro destpêkir, ew cihên hatine bombebaran kirin nêzîkî cihên avadaniyê ne, eve jî wiha kiriye tirseke zêde li cem welatiyên deverê pêkbê”.

Li salek da eve cara sêyeme firokeyên cengî yên dewleta tirkiye, qaşo binke û baregehên PKK yên li nêzîkî wê gundê bombebaran dikin.

Back to top button