Kultur

Otombêlên Google Maps li Kurdistanê digerin

Kompanya Google Maps View yekemîn car otombêlên xwe anî paytexta Herêma Kurdistanê û çend rojekê li taxên Hewlêr digerin bo ku bikeve nava nexşeyên cîhanê.

Kompanya Google ji bo wênegirtina tevahiya gerekên Hewlêrê, şeş otombêlên taybetî şandiye ku “baştirîn” kamera li ser hatiye girêdan û wêneya tevahiya kolan û taxên Hewlêrê digrin, kamera bi 360 pile wênedigrin û raste rast bi heyva destkird ve hatine girêdan, otombêl jî divê li yek demjimêr de bi lezbûna 10 heta 20 kîlometir biçin.

Ehmed Mihemmed Mistefa, Fotograferê Bawerpêkiriyê Kompanya Google li Herêma Kurdistan û Iraqê û Nivîsîngeha xwe ya serekî li Hewlêrê daniye û ragihand “Heta sal û nîvekê li gel kompanya Google li Hewlêr kar dikim, berê jî min heta çar salan li Îtalya ji bo Google kar kiriye. Lê belê ji bo vê projeya Hewlêrê vegeriyame da ku taxên Hewlêrê bixîn nava nexşeya cîhanê”.

Ehmed Mistefa dibêje, bi hevkariya Hemin Group karê xwe encam didin û “Plana dîzaynkirina wê ji aliyê Google ve tê û li vir bi cîh dikîn”.

Back to top button