Cîhan

Amerîka çeka nû ya Lazerî ceriband

Hêza Deryavaniya Amerîka taqîkirina çekekê nû ya lazerî li dijî firokeyên bêfirokevan ragihand û dibêje, li çarçêweya rêkar û amadekariyên wan yên ji bo rûbirûbûna êrîşa derekî vê berhemê çêkirine.

Keştiya Serbaziya Amerîka USS Portland yekemîn taqîkirina çekê xwe yê lazerî bi navê LWSD taybet bi hêzên deryayiyan encam da û têda firokeyekê bêfirokevan têkşikandiye.

Karrey Sanders Efserê Keştiya Serbazî ragihand: Taqîkirin û ceribandina çekê lazerî LWSD dijî bi firokeyên bêfirokevanan beşeke ji rêkarên pêşwextên Amerîka yên ji bo rûbirûbûna her gefeke derekî.

Back to top button