Vîdeo

Ziman, zarava û devokên Kurdî

Piştî ku virusa Korona jiyana rojaneya hemû cîhanê sînordar kir, êdî li ser torên civakiya facebookê civatên germ û hevpeyvîn û guftûgoyên girîng li warî siyasî, hunerî, çandî û civakî de tênekirin.

Yek ji wan bernameyan jî bernameya Rojev e ku ji aliyê Jîndar Ax ve tê birêvebirin û mîhvanê wî yê îşev jî Lezgînê Çalî Lezgin Chali ye. Dr. Lezgîn Evdirehman Çalî (di 22’ê Çirya Pêşîn a 1969’ê de ji dayik bûye) bijîşk û nivîskarekî kurd e. Rêveberê Giştî yê Plandanan û Fêrkirina Saxlemiyê li Wezareta Saxlemî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Sernivîskarê kovara Tendirustî û Komel û sernivîskarê zincîreka pirtûkên pizişkî bi zimanê kurdî ye.

Babetên bernameyê:

Ziman, zarava û devokên Kurdî
Ziman û zaravayê standart
Zimanê medya ya Kurdî
Hişmediya neteweyî û ziman

Saet: 21:00 ( Stockholm gmt +2)
5ê Gulanê 2020

https://www.facebook.com/malpercom/videos/687790652051064/
Back to top button