Civak
Keça Saddam li ser Ferrari ya li Hewlêrê axivî
Rexd Saddam Huseyn li ser otombêlekî cûreya Ferrari ku tê gotin ya Udey Saddam Huseyn buye axivî û gefê xwar. Wêne û videoyên wê otombêla Hewlêrê li torên civakî de hatiye belavkirin ku li cûreya F40 modela 1987 e.
Keça Saddam li twittek da dibêje: Emê lêpirsînê li ser her kesek bidîn destpêkirin ku dest danîbe ser mulk û samanên malbata me û dibêje, hişyariyê didîn her kesek jî muameleyê li ser mal û mulkên wan de nekin, nexwe wê rûbirûyê yasayan bibin.
Li gor wan wêne û vîdeoyên belavbûne, otombêl li garajekî Hewlêrê hatiye dîtin.