Polîtîk

Amerîka Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike yek dest

Berpirsên Amerîka bi siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê re ragihandiye Sûriye li ber guhertinek daye û pêwîste Kurd ji bo wê guhertinê amadebin û yekdeng bin. Siyasetmedareke Kurd jî dibêje piştî yekxistina Kurdan, li plana Amerika daye Kurd û rikeberên Sûriye li hevdû nêzîk bike.

Roja 26.04.2020 William Robak Balyozê Amerîka û Yarîdederê wî yê li Sûriye bi cûda cûda li gel heşt Partiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê civiyan.

Li gor daxuyaniyeke navenda ragihandina Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) li Rojavayê Kurdistanê civîn li çarçêweya destpêşxeriya General Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê HSD ji bo yekxistina rêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê buye.

Mihemed Mûsa Sekreterê Partiya Çepa Kurd li Sûriye li vî derbarî de dibêje: “Niha Sûriye li bin guvaşa sê aliyan daye, Amerîka, Îran û Rûsya û Tirkiye. Pirsa vekişana ji Sûriye ji aliyê Amerîka ve berê necêgîriyek peyda kir. Niha jî ku hewla nêzîkkirina aliyên Kurdî tê dayîn bi piştrastiyê ve planeke xwe ya taybetî heye.

Mihemed Mûsa behsa plana paşarojê ya Amerîka li Sûriye kir û got: “Ez tu carî li wê baweriyê da nînim Amerîka, Sûriye bi cîh bihêlê û meydanê ji bo welatên din çol bike. ji ber ku berjewendiyekî zêde li navçeyê da heye. Amerîka dixwaze bi projeyekî baştir û bihêztir destpêbike. Bi cûreyek ku piştî yekxistina aliyên Kurdan, Kurd û rikeberên Sûriye jî li hevdû nêzîk bike. Bo ku rewşa Sûriye çareser bike, ewê em dizanîn eweye ku Amerîka vê carê gelek cîddîye. Her wiha bi eşkere ji me re gotin ku Sûriye li ber guhertinê da ye û divê Kurd li vê demê de yek bin. Ew dizanin rewşa Kurd çawane û deh partiyên wan heye”.

Her wiha Musa dibêje: Niha ji bilî li Amerîka, Brîtanya û Fransa jî hatine ser hêl, divê berî zilhêz destêwerdanê bikin Kurd xwe yek alî bike û ber çavê xwe zelal bike.

Back to top button