Polîtîk

Sofî: Hewlêr ji hemû cîhekê zêdetir pêwîstî bi lamerkeziya îdarî heye

Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê li civîneke rojnamevaniyê da ragihand ku ew li gel wê yekê ne lamerkeziyeta îdarî bê bi cîhkirin.

Her wiha Sofî ragihand, Hewlêr ji hemû cîheke zêdetir pêwîstî bi lamerkeziye, lê belê divê dûr bê ji gengeşeya siyasî û bi rêkarên xwe yên yasayî bê kirin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku li dabeşkirina dahatan û temwîla parêzgahan de, li gor zanyarî û hûrgiliyên ku li ber destê me ne Hewlêr ji hemû cihekê mexdûrtire.

Ferset Sofî eşkere kir ku lamerkeziya îdarî beşeke ji karnameya Hikûmetê û PDK û Goran û YNK jî li ser rêketine.

Back to top button