Civak
Li Îranê dû birayên Kurd li Sine destgîr kirin

Hêzên emniyên Hikûmeta Îranê li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dû birayan destgîr kirin û ji bo cîheke nediyar hatine veguhestin.
Li gor zanyariyên ku gihîtine Rêxistina Mafêm Mirovan (Hengaw) li du rojên derbasbûyî de hêzên îdareya Îtlaata Sine ya welatiyên bi navê “Musa Rehîmpûr” û dû kurên navbihûrî destgîr kirine. Nasnameya wan dû birayên ku hatine destgîrkirin jî “Tariq Rehîmpûr” û “ Binyamîn Rehîmpûr” e.
Li gor çavkaniyeke agahdar wan dû birayan bi tometa hevkariya li gel partiyeke Kurdistanî ya dijberê Hikûmeta Îranê hatine destgîr kirin û çarenivîsa wan nediyare.