
Çend aliyek ji wan hewlên berpirsên YNK dilgiranin û red dikin ku li rêya Encûmena Parêzgeha Silêmanî ve bi hêceta dabînkirina mûçe û xizmetguzariyê propagandaya lamerkeziyet ji bo Silêmaniyê, Helebçe û her dû îdareya serbixweya Raperîn û Germiyan dikin.
Di demek da YNK bi dirêjahiya kabîneyên Hikumetê xwedî biryar û beşdarê çalak yê Hikumetê buye, Mistefa Seîd Parlementerê PDK li Parlemena Kurdistanê tekez dike ku ev hêceta YNK neraste û tenê % 15ê giştiyî dahatên xalên sînoriyên Silêmanî ji bo Hikumetê vedigerê, ewê din jî ji aliyê beşek ji berpirsên YNK ve dest datînin ser.
Her wiha dibêje: Ew grupa li nav YNK ku propagandaya lamerkeziyetê dikin, dixwazin Silêmanî wekî Kerkûkê lê bikin.